Li Bakûrê Rojavayê Babê 41 çekdarên cîhadî hatin kuştin Bo cara yekem hikûmet û opozîsyon raste rast civiyan Serok Barzanî: Azad kirina Parlementerên girtî vê xizmeta aştiyê bike Artêşa Tirkiyeyê gundên derdorê Kanîmasê topbaran kir Çalakvaneka Kurd bo girtîgeha takekesî hate veguhastin Li Washingtonê panela Komara Kurdistanê birêve çû Artêşa Îranê kasibkarekî Kurd kor dike Pentagon: Emê hevkariyên xwe bo HSDê bidomînin Artêşa Îraqê li Rojavayê Mûsilê pêşrewî dike Artêşa Iraqê li Sûriyeyê li dijî DIŞIê operasyon li dar xistin


Di encama teqînekî ku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve pêk hat 41 çekdarên din yên cîhadî hatin kuştin.

Li gor ajansa Reutersê îro danê sibê terorîstên DIŞIê bi tirimbîleke bombekirî êrîşî ser navendeke çekdarên cîhadî yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgîrîkirin, kirine û di encama êrîşa han de herî kêm 41 çekdarên cîhadî hatine kuştin û 39 kesên din jî ku hijmarek ji wan welatiyên medenî ne birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve her îro artêşa Tirkiyeyê jî diyar kir ku di encama teqîneke din de li bajarê Babê 2 leşkerên din yên Tirk hatine kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûne.


Li Cenevê bo cara yekem bi awayekî raste rast şanda hikûmeta Sûrî û opozîsyon civiyan.

Di çarçoveya civînên Cenevê de, dohê bo cara yekem her du şandên hikûmeta Sûrî û opozîsyona Sûriyayê bi organîzatorî û çavdêriya nunerê taybetî yê Netewên Yekbûyî yê bo karûbarên Sûriyayê Staffan De Mistura civiyan.

Di civîna han de Staffan de Mistura diyar kir ku berpirsiya bidawîkirina şer li ser hikûmet û opozîsyonê ye û ji wan xwest ku li hev werin.


Serokê Kurdistanê bi rêya mîdiyaya Almanî daxwaz ji Tirkiyeyê kir Demîrtaş û Parlementerên din yên Kurd berde.

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di hevpeyvînekî de li gel Rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung ya Almanî de daxwaza azad kirina Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş û Parlementerên din yên girtî kiriye.

Di bersifa pirsekî de derbarê serbixweyiya Kurdistanê û helwesta Îran û Tirkiyeyê de jî Serok Barzanî gotiye: Weke her netewe û miletekî din serbixweyî mafê reva yê gelê Kurdistanê ye û serbixweyî tişteke di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pirseke navxweyî ya Îraqê ye û ti têkiliyeke xwe bi Îran anjî Tirkiyeyê re tuneye.

Serok Barzanî herwiha gotiye: Daxwaza netewe anjî miletek bo biryar dan li ser pêşeroja xwe ne li dijî demokrasî, azadî û mafên mirovaye: Serok Barzanî gotiye: Bo organîze kirina refrandoma taybet bi serbixweyiya Kurdistanê em îznê ji ti kes anjî ti aliyekî wernagirin.

Derbarê rewşa Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê de jî Serok Barzanî eşkere kiriye ku rol û pêgeha Tirkiyeyê li deverê de gelek girînge û Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan jî bi awayekî bi cesaret dest bi hewldan bo çareseriya aştiyane kir lêbelê hin bûyer qewmîn û ew prosesa han hatin jinavbirin û niha rewşa gelek cudaye û azad kirina Hevserokê HDPê û Parlementerên din yên girtî ên HDPê vê xizmeta çareseriya aştiyane bike.

http://www.faz.net/aktuell/politik/ausland/kurdenfuehrer-barzani-will-unabhaengigkeitsreferendum-14892537.html


Îro careke din artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li deverê de, dest bi topbaran kirina çend gundên derdorê Kanîmasê ya ser bi Amêdiyê ve kir.

Her çend ti zirareke canî û malî ya topbarana îro nebûye lêbelê şêniyên wan deveran dilgiraniya xwe li hember topbaranê diyar dikin û dibêjin ku gerîlayên PKKê li deverên ku hatin topbaran kirin tunene û nabe artêş û hikûmeta Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê gund û warên wan topbaran bikin.


Li gor zaniyariyên ku ji Rojhilatê Kurdistanê dest waranpress ketine, beriya hefteyekî rejîma Îranê û rayedar û gardiyanên girtîgeha bajarê Kirmanê ya li naverasta Îranê, çalakvaneka Kurd bi navê Suheyla Mînayî yaku jiber çalakiyên xwe yên siyasî û parastina mafên Kurdan hatibû girtin, bo girtîgeheke takekesî ku farsî jê re dibêjin Silûla Enfiradî, veguhastine.

Suheyla Mînayî ku beriya hefteyekî daxwaza vê yekê kiriye hijmarek pirtûk jê re werin birin daku demên xwe bi xwendina pirtûkan derbas bike, lêbelê gardiyan û rayedarên girtîgehê ew daxwaza han red kirine û bi hinceta ku Suheyla Mînayî bêrêzî ji raberê Îranê re kiriye veguhastine bo girtîgeha takekesî li bajarê Kirmanê.


Li paytexta Amerîkayê Washingtonê paneleke bi navê “Dewleta Iraqê û Komara Kurdistanê” birêve çû. Di panelê de mijara serxwebûna Kurdistanê û paşeroja Iraqê hate gengeşekirin.

Pisporên Amerîkî dibêjin, “Nabe Iraqa paşerojê weke ya pêşerojê be, herwiha divê rêvebiriya Amerîkayê jî bizanibe ku kurd di herêmê de roleke pir girîng dilîzin.”

Li panela “Dewleta Iraqê û Komara Kurdistanê” de ku ji aliyê Enstitûya Hudsonê ve hate amadekirin û ev enstitû jî tenê 500 metre dûrê Koşka Spî ye, bi gotûbêjan ji rêvebiriya Trump re jî peyam hatine şandin.

Ji Ensitûya Brookingsê Kenneth M. Pollack di panelê de ragihand; “Em dixwazin piştrast bin ku rêvebiriya Trump girîngiya rola Kurdistanê bizanibe.”

Michael Pregent di axaftina xwe de got; “Pêşeroja Iraqê ne serkeftî bû. Lewma nabe paşeroja Iraqê weke ya pêşerojê be. Di dema derbasbûyî de me herdem di navbera kurdan û aliyên din ên Iraqê de nakokî dîtine. Di nav wan bixwe de jî nakokî hene. Divê ev rewş bê guhertin.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdurehman jî rêvebiriya Trump piştrast kir ku dê dewleta Kurdistanê bibe hevpeymaneke bihêz ji bo Amerîkayê.


Di encama gole reşandina raste rast ya Pasdar û caşên Îranê kolberekî Kurd her du çavên xwe ji dest da.

Li gor jêderên herêmî du roj beriya niha li gundekî ser bi bajarê Şino ya li Rojhilatê Kurdistanê, hijmareke Pasdar û caşên Îranî bi awayekî raste rast gole li ser hijmareke Kolberên Kurd yên ku şêniyên vê gundê bûne reşandine û di encama vê kiriyara han de Kolberekî Kurd yê temen 27 sal bi navê Xalêd Ehmediyan her du çavên xwe ji dest daye.


Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Adrian Rankine Galloway, da zanîn ku di têkoşîna li dijî DIŞIê de ewê piştgiriya ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bidomînin.

Galloway di hevpeyvîna bi kanala El-Hurra de diyar ku siyaseta wan ya piştgiriyê dide HSDê neguheriye.

Galloway got: Ji xêncî alîkariya bi êrîşên esmanî, di operasyonên bejayî de em pêşnîyazan jibo fermandarên HSD'ê digehînin,''.

Berdevkê Petangon'ê bi berdewamî eşkere kir ku jibo Reqa rizgar bibe, ew hem bi hikûmet û hem jî bi leşkeriya dewletên NATO re hevkariyê dikin.


Hêzên ewlekariya Iraqê di dema operasyona îro de li rojavayê Mûsilê 6 otomobîlên bombebarkirî yên DIŞIê teqandin.

Di çarçoveya operasiyona azad kirina aliyê Rojavayê Mûsilê ji destê DIŞIê artêşa Îraqê îro danê sibê 6 otomobîlên bombebarkirî yên DIŞIê teqandin û gelek terorîst jî kuştin.

Herwiha hêzên Iraqê gundê Tilra û Tilremanê kontrol kirine û niha ber bi yekemîn taxa rojavayê Mûsilê, taxa Memûn ve pêşve diçin.


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxuyand ku artêşa Iraqê di nava sînorên Sûriyeyê li dijî DIŞIê operasyonên asmanî li dar xistiye.

Ebadî di daxuyaniya xwe de dest nîşan kir ku wan biryara van operasyonan ji bo bersivdayîna êrîşên DIŞIê yên li Bexdayê daye.

Serokwezîrê Iraqê ev tişt gotin: "Em bibiryar in ku bikevin dû terorîstên ku zarok û welatiyên me kuştine, li ku dibin bila li wir bin. Ji ber vê yekê me ferman da hêzên xwe yên hewayî, ku li dijî herêmên Ebu Kemal û Huseybe yên li ser sînorê Iraqê yê Sûriyeyê operasyonên hewayî li dar bixin.

Serok Barzanî: Azad kirina Parlementerên girtî vê xizmeta aştiyê bike
24.02.2017 | 15:23
Serokê Kurdistanê bi rêya mîdiyaya Almanî daxwaz ji Tirkiyeyê kir Demîrtaş
Artêşa Tirkiyeyê gundên derdorê Kanîmasê topbaran kir
24.02.2017 | 15:23
Îro careke din artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li deverê de,
Artêşa Îraqê li Rojavayê Mûsilê pêşrewî dike
Hêzên ewlekariya Iraqê di dema operasyona îro de li rojavayê Mûsilê 6
Li Bakûrê Rojavayê Babê 41 çekdarên cîhadî hatin kuştin
Di encama teqînekî ku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve pêk hat 41 çekdarên
Previous
NASA dêmenên gerstêrkên nû yên hatinê dîtin weşand
24.02.2017 | 15:16
NASA ku li dora Stêrka cûce TRAPPIST-1ê de 7 gerstêrên nû yên ku ne li
Li Zelendaya nû 300 balîna mirine
13.02.2017 | 15:23
Li Zelendaya Nû di rojên Pêncşem û Înê de nêzîkî 700 balînayan
Li Fîlîpînê şaciwana Kaênatê hate destnîşan kirin
30.01.2017 | 14:55
Jineke Fransî weke şaciwana gerdûnê hat destnîşankirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê Kûzikeke pir dîrokî hate dîtin
24.01.2017 | 15:31
Li gor gotina rêveberê cîh û warên dîrokê yê bajarê Sunqur û
Next
UNICEF: Li çar welatan metirsiya mirina 1,4 milyon zarokan heye
24.02.2017 | 15:17
UNICEFê eşkere kir ku li Somalî, Nîjerya, Sûdana Başûr û Yemenê ji
Radyoyek li Amûdê tenê bo jinan weşanê dike
23.02.2017 | 16:27
Radyoya bi navê JIN FM a li bajarê Amûdê ya Rojava weşanê dike ne
Dirêjtirîn cadeya Hewlêrê hate vekirin
05.02.2017 | 15:56
Îro li Hewlêrê bi merasimeke girseyî û bi amadebûna Serokwezîrê
Halterhilgirê Kurd bû şampiyonê cîhanê
08.02.2017 | 15:05
Halterhilgir Kiyanoş Rostemî yê ji Rojhilata Kurdistanê, di
0ºC
As Sulaymaniyah
0ºC
Dahuk
0ºC

BA PARASTINI KURDISTAN BIBETE FERHENGI HEMUMAN

BA PARASTINI KURDISTAN BIBETE FERHENGI HEMUMAN
Copyright © All Right Reserved Kurdistan Tv